QAMIŞLO – Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser tev li merasîma oxirkirinê ya şehîd Xalid Osman bûn ku di 20`ê Nîsanê de di êrişa milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê li dijî bendeke kontrolê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûbû.
Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mehûsm Hesen axivî û diyar kir ku tevî belavbûna vîrusa Koronayê li herêmê lê şêniyên bajarê Qamişlo qebûl nekirin ku şehîd Xalid bi tena xwe derbasî goristana şehîdan bibe.
Hesen destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan mizgîniyê dide hemû şehîdan ku rêhevalên wan û têkoşerên di oxira azadiyê de dê tola hemû şehîdan rakirin û wiha domand: “Şehîdên me bûne rêya jinûve nivîsandina dîroka kurdî. Ji beriya 40 salî ve ev cara yekemîne ku gelê Kurd dîroka xwe bi destê xwe dinivîsîne ne bi destê dijmin. Ev yek jî bi saya şehîdan e.”
Her wiha Hesen got yekitiya di navbera Kurd û Ereban de bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalane, bû cihê ne rehatiya hêzên desthildar, lewra het tim hewl didin fitneyê di navbera wan de çêkin û wiha domand: “Hikumeta Baas û ajandeyên wê yê herêmî, hewl didin ku fitneyê li herêmê çêkin, da ku ewlekarî û istiqrara herêmê têk bibin.”
Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca rejîma Baas ku gelê Ereb li dijî Rêveberiya Xweser û gelê Kurd derxîne lê birayên me yên Ereb siyasetên wan ên desthilatdar nema bawer dike.”
Paşê wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiyê de hevalên şehîd cenazeyê wî di nava dirûşm û tilîliyan de spartin axê.