QAMİŞLO – Li Qamişlo şer didome.
Piştê hevdîtina di navbera hêzên asayişê û çeteyên Rejîmê de îro heta saet 16:00 ‘an de agirbest hatîbû îlan kirin.
Li gor çavkaniyên me yên leşkerî ev agirbest di pratîkê de pêk nehat.
Taxa Tayy heta niha sedî 90’î zêdetir li dagirkeran hatiye paqijkirin. Dîsa li gor çavkaniyên me yên leşkerî dê nav çend saetan de tax tevahî were rizgar kirin.
Çavkaniyên me diyar kirin ku taxa Hilko jî dê demeke kurt de were rizgar kirin.
Dîmenên gihîştin ajansa me de jî diyar dibe ku Hêzên Hundurîn dest dane li ser gelek amûrên çeteyên rejîmê.