QAMIŞLO – Êrişên dagirkirinê yên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, qutkirina avê, ferzkirina ambargoyê, belavbûna vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Li kêleka van êriş û hewldanên têkbirina Rêveberiya Xweser, beriya 5 rojan çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser heman armanca dagirkeran êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Ev 5 roj e Qamişlo di nav êrişên xirabkirina aramiyê de ye.
BÎLANÇOYA 4 ROJÊN ÊRIŞAN
Êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li Qamişloyê bi navbeyankariya QSD û Rûsya hatin rawestandin. Di 4 rojan de li Qamişloyê;
* Çeteyên Dîfaa El-Wetenî di 20’ê vê mehê de saet di 22.00`an bi êrişkirina bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wehda ya Qamişloyê re, şer da destpêkirin.
* Di roja yekem de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Xalid Milhim Osman di encama êrişa Dîfaa El-Wetenî de şehîd bû.
* Di roja duyem de li ser bingeha destwerdana Rûsyayê ya di navbera her du aliyan de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, agirbest ragihand, lê agirbest ji aliyê çeteyan vê hat binpêkirin.
* Li gel berdewamkirina êrişên Dîfaa El-Wetenî, şandeyeke hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û efserên hêzên hikumeta Şamê li çerxerêya El-Wehdê civiyan.
* Hêzên Ewlekariya Hundirîn navendeke çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya bi navê Navenda Lîlo ku li aliyê bakurê taxaTeyî ye, serwer kir. Çeteyan ji wê navendê êrişî bendên kontrolê dikir.
* Zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd (10 salî) şehîd bû. 5 sivîl birîndar bûn.
* Endamên ‘Ewlekariya Leşkerî’ ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji nuqteya xwe ya li nêzî Çerxerêya Sîvan a li naverasta Qamişloyê ve gule li benda kontrolê ya demkî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn barandin.
* Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyî 2 endamên milîsên Dîfaa El-Wetenî girtin.
* Di roja sêyemîn de rûspiyekî êla Benî Seba; Hayis El-Ciriyan piştî ku beşdarî civîna rawestandina êrişên çeteyên El-Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, hate hedefgirtin.
* Hêzên Ewlekariya Hundirîn di paqijkirin û pêşdeçûna li taxa Teyî ya Qamişloyê de gelek çek, cebilxane û alav li navendeke çeteyên Dîfaa El-Wetenî desteser kirin.
* Hêzên Ewlekariya Hundirîn di hundirê taxa Teyî de 2 dibistanên ku çeteyan jê êriş dikirin, kontrol kirin.
* Di roja sêyem de di encama civîna polîsên leşkerî yên Rûsyayê û fermandarên QSD’ê de, biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de hate ragihandin.
* Piştî çend saetan ji ragihandina agirbestê, çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbest binpê kir û êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Hilkoyê kir.
Di êrişan de sivîl û malên sivîlan hatin hedefgirtin. Di bersivdayîna parastina rewa de, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HAT’ê cih digirin. Heya niha hejmareke zêde kuştî û birîndarên çeteyan hene.
NAVENDA ÊRİŞAN; TAXA TEYÎ
Taxa Teyî di bin serweriya hikumeta Şamê de ye ku dikevê başûrê bajarê Qamişlo. Piraniya niştecihên wê Ereb in, navê xwe ji eşîra Tayî digre ku bi pêkhateyên din ên bajarê Qamişloyê re dijî. Sê kolanên wê yê esasî hene; Teyî, Zinûd,El Meqas. Taxa Teyî ji çarxereya Wehdê dest pê dike heya başûrê Qamişlo diçe. Navenda “Dîfaa El-Wetenî” El-Lîlo li vê taxê ye.
Şêniyên taxê ji ber hevkariya hikumeta Şamê û milîsên wê di derxistina alozî û fitneyan li taxê de zehmetiyan dikişînin ku bi demê re gelek diyardeyên neyinî ku ne li gorî adetên niştecihên taxê û eşîrên Ereb e derketub. Têkildarî van sûcan gelek gilî şêniyan gihiştin dadgehên herêmên Rêveberiya Xweser, lê dadgehên Rêveberiya Xweser nikare mudaxele bike ji ber ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ye.
JI ÊRIŞAN RE KÊ ÇI GOT?
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim da zanîn ku êrişên hêzên girêdayî hikumeta Şamê yên li Qamişloyê, lîstokên Rûsyayê û hikumeta Şamê ne da ku beriya hilbijartinan dengên zêde bi dest bixin.
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî got êrişên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişloyê, plankirî ne û armanca wan têkbirina ewlehiya li herêmê ye. Hiso diyar kir ku hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên vê yekê ne.
Cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb, bang li Rûsya û hikumeta Şamê kir ku êriş û kiryarên çeteyên Dîfaa El-Wetenî rawestînin û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji hewldana fitneyan hişyar bin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid jî anî ziman ku dê ji êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî re sînorek bê danîn û got: “Em dê rê nedin tu kesî ku ewlehî û deskeftiyên herêmê têk bibe.”
DÎROKA ÇETEYÊN DÎFAA EL-WETENÎ
Fikira avakirina Dîfaa El-Wetenî vedigere destpêka serhildana li Qamişloyê ya 12’ê Adara 2004’an. Ev çete destpêkê bi navê “Komîteyên Gel” hatin avakirin. Lê di esasê xwe de ji nîjadperest û şovenîstên partiya Baasê ne ku ji sala 1963’yan ve li Sûriyê hikumdar e.
Van çeteyan li bajarên Rojava wekî koman li dijî Kurdan xwe bi rêxistin dikir û li dijî welatparêzên Kurd rapor ji hikumeta Şamê re amade dikirin. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re, çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji aliyê îstîxbarata Sûriyê ve (Muxaberat) hat xurtkirin. Di êrişên hikumeta Şamê yên li ser gelê Kurd de van çeteyan dizî û talaniya mal û dikanan dikir. Piştî êrişên DAIŞ`ê yên li ser herêmê çeteyên Dîfaa El-Wetenî tev li DAIŞ`ê bûn. Li dijî gelê Sûriyê van çeteyan gelek komkujî û sûcên mezin pêk anîn. Çeteyên Dîfaa El-Wetenî di sala 2013’an de piştî ku hikumeta Şamê desteka madî da wan û îtîraf pê kir, veguherî hêzên nîvfermî.
Hikumeta Şamê, çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji bo pêkanîna komkujî, êrişên li ser welatiyan û tengavkirina wan wekî amûrê sûcan bi kar tîne ku berpirsyariya van sûcan li ser xwe rake. Lê di esasê xwe de ev çete hemû perspektîfên xwe ji hikumeta Şamê digirin. Ev planên hikumeta Şamê heya niha berdewam in ku piştî Şoreşa 19`ê Tirmehê erkên Dîfaa El-Wetenî yên derxistina provakasyonan di navbera gelan de, reşkirina Rêveberiya Xweser, hedefgirtina endaman, dizî, talan, firotina hişbirê û hwd hatin xurtkirin.
ARMANCA ÊRIŞAN
Baregehên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li Qamişlo û Hesekê hene. Li Hesekê navendên wan li sêgoşeya ewlehî û herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne. Li Qamişloyê jî li taxa Teyî, gundên Hamo, Tewarîc, Xirbet Emo, El-Texit, El-Demxiyie û Rihiya Reş hene. Armanc ji van êrişan xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê ye, derxisitna fitneyê di nav sîstema neteweya demokratîk de ye.
Bi nêzbûna hilbijartinên hikumeta Şamê re jî hewl didin xwe xurt nîşan bidin. Ev armancên serekê yên hikumeta Şamê ne lê Rûsya jî bi bêdengiya xwe dixwaze êdî yekser tev li karê hundirîn ê heremê bibe. Lê wan hêvî nedikir ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bersiveke wiha bê dayîn. Texmîn dikirin ku Rûsya dîsa bikeve navberê û ev rewşa êrişan her berdewam bike. Lê hesabên wan ên li malê li sûkê nehatin ku gelek beşên taxa Teyî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin paqijkirin.
RÛSYA DIXWAZE NUQTEYÊN XWE AVA BIKE
Ne pêkan e ku bêyî agahiya Rûsyayê ev êriş pêk werin. Bi van êriş û derxistina tevliheviyan hewl didin ji Rêveberiya Xweser hem di aliyê aborî de hem jî di aliyê firehbûnê de tawîzan wergirin. Şantaja Rûsan a girtina tawîzan ne nû ye. Beriya niha li bajarê Eyn Îsa û li Şehbayê jî heman nêzîkatî raber kirin lê negihîştin armancên xwe. Niha planên Rûsan hene ku bi van tevliheviyan re nuqteyeke nû li Qamişloyê ava bikin. Plan dikin ku nuqteya nû li şûna nuqeteyên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li taxa Teyî çêkin.
DIVÊ EV ÇETE JI HERÊMÊ BÊN DERXISTIN
Li gorî agahiyên ku me ji hi nûnerên Rêvberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine, divê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji herêmê bên derxistin ku aramiya taxa Teyî û ya herêmê pêk were. Ger wiha nebe dê dem bi dem êrişên provokator berdewam bikin û gelek kes jî ji aliyê van çeteyan ve bên hedefgirtin û tevlihevî berdewam bike. Ev tevlihevî ne tenê Qamişloyê, dê li Hesekê jî çêbe.
ÇAVKANÎ: ANHA