BEHDÎNAN – Gerîlayên HPG û YJA Starê, li dijî leşkerên xwestin li ser Girê Şehîd Serdar ê li herêma Mervanos a Avaşînê bi cih bibin çalakî kirin. Di çalakiyê de 6 leşkerên Tirkiyeya dagirker hatin cezakirin.
Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastina Medyayê didome.
Gerîllayên HPG û YJA Starê li dijî komek leşkerên dewleta Tirk a dagirker ku xwestin li Girê Şehîd Serdar ê li herêma Mervanos a Avaşînê bi cih bibin çalakiyek lidarxistin.
Di encama çalakiyê de 6 leşkerên Tirkiyeya dagirker hatin cezakirin.