NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa dewleta Tirk ya dagirker 24’ê Nisanê de li hember qadên gerîla êrişeke dagirkeriyê da destpêkirin.
Erişên dewleta faşist taybet li ser Metîna, Avaşîn û Zapê zêde bûn. Heman şevê de artêşê hewilda ku bi helîkopteran ve leşkerên xwe dayne qadê.
Le hesabê faşîzmê dîsa negirt. Ji ber ku gerîlla amade bû. Di Heman demê de Gerila bersivên êrişan da û heta niha dehan kuştî û birîndar jî du xwe hîştine.
Herî dawî ji bo paqijiya qadê HPG’ê îro pêngava Bazên Zagrosê ya Şoreşgerî da destpê kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî tenê vê êvarê dehan mirî û birîndarê artêşa Tirk ya dagirker hene. Nasnameya leşkerên ku tên cezakirin jî yek bi yek derdikevin holê.
Nasnameyên 2 leşkerên ku hatine cezakirin jî wiha ye:
Çawîşê Pispor Aygun Çakar (Pêngava Bazên Zagrosê de hat kuştin)
Haluk Serhat Aldemir (Li Colemergê hat Kuştın)