MEXMÛR
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ê Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên a Mexmûrê de meşek meşaleyî hate li darxistin. Ciwanên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên PKK’ê û divizên li ser ‘Bêdengiya li beramber dagirkerî Îxanete û Tolhildan’ hatibûn rakirin. Di meşê de dirûşmên ‘Bîjî berxwedana Gerîlayan, Bîjî berxerdana Zapê, Avaşîn û Metîna’ dihatin bilind kirin.
Meş li saziya şehidan û heta parka Rêber Apo ya 4’ê Nisanê berdewam kir. Gelê maxmur hêrsa xweyê beran berê dagirkerî bi şewitandina wêneyê Erdoxan ba derxistin holê. Piştê şewitandina wêneyê Erdoxan daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo Tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Daxuyanî ji aliyên Endamê Tevgera Ciwanên a Mexmûrê Firat bûzan ve hat xwedin.
Daxuyanî wiha ye:
“Weke tê zanînin dewleta Tirk ya dagirker û faşist ev 23’ê salin di pergala îşkenceya Îmralî de ji Rêbertiya me re û di keseyeta Rêbertiya me de di seri de gelê Kurd ji tevahî gelên bindest re tecrit tê sepandin. Di serî de dewleta Tirk a faşist tevahî dagirker û emperyalist bila bizanibin ku Rêbertî xeta me ya sore. Heya azadiya fizikî ya Rêbertiya me pêkneye emê di nava tekoşîneke bêhempa de bin û emê her derê ji dagirker û faşîstan re vegerînin dojehê. Bi dirûşmeya an jiyanek azad bi Rêbertî re be yanjî emê jiyan nekin û nedin jiyankirin em diyardikin ku di her qadê de tekoşîn bikin.
Weke tevahî bi van ve girêdayî xeta îxanet û nûkeriyê ku KDP’e pejirandiye xakên başûre Kurdistanê ji dewleta Tirk re peşkeş kiriye. Mît û çeteyên dagirker li xakên başûre Kurdistanê hespê xwe dibezînin. Li ser vê bingehê gelê başûr yê welatparêz li dijî vane derbikeve û van çeteyên faşist ji başûrê Kurdistanê biqewitîne. Dîsa divê ciwanên bakûr û di her aliye cîhanê de jî jin û ciwan li hemberî van polîtikayên înkar û tûnekirine bêdeng nemînin.
Dîroka destpêkirina operasyonên şeva 23’ê Nîsanê li Metîna, Avaşîn û Zap’ê jî giringin. Tam jî dîroka pêkanîna qirkirina( jenosîd) ermeniyanbû. Yanê ev operasyona hati destpêkirin operasyoneke qirkirinê ye. Lê bele divê dewleta faşist û qirker baş bizanibin ku êdî li hemberî wan gelekê radest bibe û serî bi tawîne tûneye
Em weke ciwanên wargeha Ş. RÛSTEM CÛDÎ bi Rêbertî û tekoşînê re bimirina xwe ve girêdayîne weke di her qadê de li Metîna, Avaşîn û Zap’ê jî em diyardikin ku bi gerilayên xwe re mil bi mil li dijî dewleta faşist a Tirk re ji bo şer amaden e.”