NAVENDA NÛÇEYAN – Bi aramnca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê Yekitiya Jinên Ciwan ên li Minbic, Tebqa û Reqayê du daxuyaniyên cuda dan.
TEBQA – Jinê Ciwan li Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek dan.
Naveroka daxuyaniyê wiha bû:
Em wek jinên ciwan ên Tebqayê, erîşên dagirkeriya Tirk a li ser çiyayên Zap, Metîna, Avaşînê şermezar dikin. TevÎ hemû terorên wî û kuştin û talan kirin ê ku pêk tîne. Ew ji şikestina xwe ya li ber berxwedana hevalên me têr nebû. Divê bê zanîn ku çawa Gerîlla li Çiyayên Şengal, Garê û Heftanînê bi ser ket, wê li Avaşîn, Metîna, Zapê biserkevin
MINBIC
Bi dehan ciwan li yarîgeha El-Sudasî ya li bajêr kom bûn. Endama Rêveber Sîdana Henûş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin:”Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan ên li Minbic û gundewarê wê, em êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca derbekirina ewlehî û aramiya herêmê ye şermezar dikin, em bûn şahidên êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dixwaze têkoşîna me derbe bike û vîna azad bişkînin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate diyarkirin:”Em biryara dadgeha Iraqê ya darvekirina çar ciwanên êzidî şermezar dikin dibêjin ku biryar biryareke siyasî e û tu têkiliyên wê bi adaletê ve tune ye, ji lew re em banga betalkirina vê biryarê dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jinên ciwan piştgirya xwe ya ji gerîlayên li çiyayan nîşan da.
REQA
Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a li Reqayê bi beşdariya bi dehan ciwan li pêşiya navenda xwe ya li naverasta bajêr daxuyanî da.
Endama Yekitiyê Maya El-Hemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Avaşîn û Metînayê hatin şermezarkirin û hate gotin, siyaseta ku Erdogan dimeşîne siyaseta çewistandina tevahiya pêkhateyan û gelê Kurd bi taybet e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:”Êrişên ku îro em dibînin nîşaneya bidawîbûna dema Erdogan a serokatiya li Tirkiyê ye, ji ber ku di demên dawî de di gelek hemleyan de mîna Eyn Îsa û çiyayê Garê bi bin ket.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:”Me îro tama azadiyê dît, em rezaletî, radestkirin û sertewandinê qebûl dikin, em ê heta pêkanîna serketin, garantiya jiyana azad û rizgarkirina hemû bohostên erdên xwe yên dagirkirî şopdarên rêya şehîdan bin û ji faşîst û ajanan re bibêjin ku ew ê cezayan wan du qat be.”