QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî dagirkeriya Dewleta Faşist a Tirk li her derê Rojava û li Bakurê Suriyê daketin qadan.
Herî dawî ciwanên Qamişlo bi heman armancê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî têkçûna hêzên dagirkeriya Tirk li herêma garê li ser destê şervanên azadiyê di Sibata
vê salê de, hekûmeta AKP bi serokatiya faşist Erdogan pilanên xwe danîn û êrîşî herêmên
parastinê yên medyayê li başûrê kurdistanê kirin. Erîş bi awayekî hovane û bi çekên qedexe
kirî li ser deverên (Avaşîn, Metina û Zap) hate kirin, ev êrîş bi erêkirina hikometa başûrê
kurdstanê û Bexdayê hat destpêkirin. Wekî her car hêzên navdewletê çavên xwe li ber
kiryarên dewleta tirk girtin, li hemberî van êrîşan girêlayê HPG berxwedaniyeke bê hempa
kirin û derbeyên giran li leşkerên Tirk dan ku di encamê de bi dehan ji wan hatin koştin û
birîndarkirin, ev êrîş wrkî bredewamiya komploya ku li ser rêber Ocelan hat meşandin bi
armanca şikandina vîna gelê kurd . .
“Çi dibe bila bibe, dewleta Tirk dê têk biçe û di van êrîşan de wê bi ser nekeve , çawa ku
desthilatdariya Osmaniyan bi dawî bû û hate şikandin wê Erdogan û hikûmeta AKP di
van êrîşan de ji rûpelên dîrokê winda bibin، Hikûmeta herêma başûrê kurdistanê, ku rê li ber vê rewşê vekir, berpirsiyarî dikeve ser. Pêwîste alîkariya dagirkerên kurdistanê nekin. lê hema demê jî zanibin berxwedana gerîla
û îradeya wan wê van êrîşan vala derxin, bi destpêkirina pêngava Bazên Zagrosê emê ji
hemî cîhanê re piştrast bikin ku gerîlyên HPG tune nabin û her dem bi saya fikrên rêber APO
wê biser bikevin, û emê her gav şopdarên riya wan bin .
Bijî serok APO
Bijî berxwedana gerîla
Bimre dagirkerî”