NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ciwan ên li pêşiya Zanîngeha Bochûm a Elmanyayê kom bûn saaet navbera 16:00-19:00’an bi daxwaza azadiya Rêberê Gelan standek danî û name ji bo NY’yê îmze kirin.
Li standê broşur û belavokên têkildarî tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Jinan pankarta bi nivîsa Îngîlîzî û Elmanî ya ‘W Say No- Dibêjin Na’ û ala YJK’ê hildan.
Eleqeya akademîsyen û xwendekaran a ji bo standê zêde bû.