NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li dijî wesayiteke polîsan çalakiyek li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şeva 25’ê Nîsana 2021’ê li taxa Karlibayir a navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê wesayiteke polîsên sivîl hate şewitandin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilatdariya êrişê dibe ser karker, kedkar û gelê Kurd, hêzên wê yên polîsan divê baş zanibin ku berdêla kiryarên wan wê hebe.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna endamê desteya rêveber a HBDH’ê Şehîd Sînan Dersim hatiye kirin û hate gotin, “Em ê faşîzmê hilweşînin, azadî wê bi ser bikeve.”