ŞEHBA – 24’ê Nîsanê de artêşa Tirk ya dagirker li dijî qadên Gerîlla Zap, Metîna û Avaşînê êrişên dagirkeriyê dabû destpêkirin.
Li ser vê her çar parçeyên Kurdistan û seranserê Ewropa û gelek welatên cihanê Kurd û dostên wan bi armanca protestoyê daketin qadan.
Taybet Rojavayê Kurdistanê de bi pêşengtiya ciwanan de gel rabû li ser piya û alikariya xwe ji bo gerîlla diyar kir.
Herî dawî li Şehbayê Jinên Ciwan daxuyaniyek da û diyar kir ku ew tevlî seferberiya ji Aliyê TCŞ û YJC’ê ve hatiye îlan kirin dibin.
Jinên Ciwan bang li gel û jiinên ciwan kir û diyar kirin ku êwên vê pêvajoyê de li gel gerîlla şer de cihê xwe bigrin û vê pêvajoyê de erka dikeve lise milê wan jî ev e.
Daxuyanî duruşmên berxwedan û Bijî Serok Apo ve bi dawî bû.