ŞEHBA –
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî dagirkeriya Dewleta Faşist a Tirk seferberî îlan kir û li her derê Rojava û li Bakurê Suriyê daketin qadan.
Herî dawî ciwanên Şehbayê bi heman armancê meşek li darxistin û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Meşa ciwanan li Til Qirahê destpêkir û heta navenda ciwanan berdewam kir.
Daxuyaniya ku li ber navenda ciwanan de hat dayîn de ciwanan diyar kir ku ew li dijî dagirkeriya tirk li gel gerîla şerkirinê re amade ne.
Di meşê de sloganên berxwedanê û “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.