BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: “25’ê Nîsana 2021’ê di saet 17:20’an de dagirkerên li Qela Bêdewê ji aliyê hêzên me ve hat hedefgirtin.
Di wê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hat cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bû.”
Heman rojê hêzên YJA Starê saet 12:10’ê li dijî dagirkerên li devera Qela Bêdewê bi cih bûbûn, 2 çalakiyên sekvaniyê kiribûn 2 dagirker hatibûn kuştin.
Êrîşa sêyemîn jî saet 18:00’an li heman qadê bi sekvaniyê hate kirin û 2 dagirker din jî hatibûn kuştin.