NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çanda Kurdistanê ya li kampa li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, şehîd Huseyîn Înal, şehîdên Bestayê û Îsa Gultekîn ê ku li Girtîgeha Girtî ya Hejmara 3 a Mersînê şehîd bû, bi bîr anî.
Bîranîna şehîdan a li Lavrîoyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Qisekeran gotin, “Şehîd rastiya têkoşîna me ye. Ew ê her tim pêşengê me bin. Em soza ku me dane wan dubare dikin. Her tim em ê li her derê têkoşîna wan dewam bikin.”
Di bîranînê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ hatin qîrîn.