NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Şerê ku îro dewleta Tirk dimeşîne şerekî qirkirinê ye. Hedefa wê tinekirina Kurdan e û di vî şerî de jî piştgiriyeke zêde ji meydana navneteweyî jî werdigire. Ew dewletên ku îro dibêjin, di sala 1915’an de li Tirkiyê Ermenî hatine qirkirin, îro jî biryara qirkirina Kurdan didin. Heger em li sed sal berê vegerin, ango ew salên avakirina komara Tirkiyê; hesabê avakirina komarê jî li ser tinekirina Kurd û neteweyên din bû. Lewma di rêziknameya meclisa Tirk de jî tenê navê Tirk û Tirkbûnê heye. Bi vî rengî jî dest bi rê û rêbazên tinekirina Kurd û neteweyên din kirin.
Dewleta Tirk ji bo tinekirina Kurdan jî pîlansaziyek berfireh amade kir. Ew jî bi navê islahkirina şerqê derdikeve pêşiya me. Ango pîlana islahkirina şerqê. Di 24’ê Îlona 1925’an de desteya wezîran a Tirk li hev kom dibe û Mistefa Kemal Ataturk jî serokatiyê ji wê civînê re dike. Armanca civînê ew e ku pêşiyê li Kurdan bigrin. Ji aliyê civakî, çandî û siyasî ve biryarên girîng tên dayîn. Ji her alî ve berê xwe didin Kurdan. Ji qirkirina çandî heta komkujiyan her tiştî dikin.
Li Dêrsim, Agirî, Qoçgirî û gelek deverên din Kurd bi komî têne qetilkirin. bi sed hezaran Kurd jî têne koçberkirin. Ew Kurdên têne koçberkirin Tirkbûn li ser wan tê ferzkirin. Lewma ji ber vê yekê ye îro bi milyonan Kurd li metrepolên Tirkiyê nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Tirs û xofeke wilo dixin dilê Kurdan ku ji hebûna xwe şerm bikin. Çi tiştek bi Kurdî hebe diguherin Tirkî û zilmeke nemayî bi serê Kurdan tînin. Vê pêvajoya xedar û dijwar dehê salan dewam kir. Her cara ku Kurdan li dijî vê zilmê serê xwe rakir, hatin qetilkirin. Di wê pêvajoyê de Kurdek serhildêr nemaye ku nehatibe girtin û qetilkirin. Yên filitîbin jî koçber bûne.
Dewleta Tirk ji bo van pîlan û projeyên xwe xayîn û nokerên Kurd çêkirin. Bi şertê ku dest nedin wan, wê xayîntiyê bikin. Lê ew jî pûç bû. Dewletê pêşî yên li pêşberî xwe tine kirin û piştre vegeriya yên li dora xwe. Yên xayîn û noker jî qetil kirin. Li ser navê Kurd û Kurdîtiyê her tişt di hedefa dewleta Tirk de bû. Ev pêvajoya reş û tarî bi avakirina PKK’ê re guherî. PKK ji bo tola komkujiyan hilîne û hebûna Kurdan misoger bike, derket ser dika dîrokê. Êdî Kurdên ku serî bitewînin û têk biçin, nemabûn. PKK’ê dîrokek ji Kurdan re ava kir.
Dewletê piştî ku dît bi rê û rêbazên berê nema kare Kurdan tine bike, vê carê jî polîtîkayên şerê taybet xistin dewrê. Piştî ku 90 sal di ser pîlana islahkirina şerqê re derbas bû, ango sala 2015’an Dewleta Tirk pîlana çokdanîne danî pêşiya xwe. Di vê pîlanê de hedef zêdekirina sîxuran bû. Ji bo vê yekê jî li Kurdistanê serî li rê û rêbazên qirêj da. Tacîz, tecawuz, fihûş û bikaranîna alavên hişbir derxistin pêş. Bi vê pîlanê re xwestin Kurdan ji hundir ve bitevizînin.
Di pîlana çokdanînê de Kurdên hevkarê dewletê hene. Ew noker û xayîn difikirin ku dewlet tenê li dijî Kurdê serhildêr e. Lê dîrok vê yekê nabêje. Ev Dewlet ji avakirina komarê û vir ve Kurdê xayîn jî qebûl nake. Ji bo wan Kurdê mirî yê herî baş e. Piştî mirina wî divê tirba wî jî tinebe. Dewleta Tirk bi şerekî psîkolojîk û şerekî taybet li Kurdistanê hewl dide zarok û ciwanan bixe bin kontrola xwe. Li aliyekî çapemeniya xwe ya qirêj xistiye dewrê, li aliyê din endam ango kadroyên xwe ji bo vê yekê erkdar kiriye. Esker, polîs û karmendên Dewletê yên li Kurdistanê ji bo şerê qirêj hatine erkdarkirin. Ew ne kesên ji rêzê ne. Ji bo ku Tirkbûnê ferz bikin hatine welatê me. Vê Dewletê heta niha ji bilî kuştin, talan û wêrankirinê tiştek nebiriye Kurdistanê. Lewma divê her Kurd bi vî çavî li dewleta Tirk binihêre. Dewleteke kujer û dagirker li ser erda me ye. Karê wê tinekirina Kurdan e. Ji bo vê yekê jî her rê û rêbaza qirêj bi kar tîne. Karê me jî ew e ku em li dijî van polîtîkayên qirêj hişyar bin û rê nedin wan.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA