STUTTGART – Çalakiyên ciwanan ên li dijî êrîşên dagirkeriyê bênavber dewam dikin. Girse saet 18:00 li Stuttgart Kobaneplatz kom bû û ji bo bîranîna sehîdên Şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest bi mitîngên xwe kir.
Ciwanan di protestoya li dijî hewldanên dewleta Tirk a faşîst a dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniyê de ciwanan got ku, “Em diyar dikin ku em ê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û em ê her dem li qadan bin. Em ciwan wê heya dawiyê li cem Gerîlayên Qehreman bin.”
Piştî daxuyaniyê hate xwendin, ciwanan banga meşa girseyî kir ku di 30’ê Nîsanê de li navenda Stuttgart bê lidarxistin. Çalakiya ku bi qasî saet û nîvekê dom kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.