ATÎNA – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Zap, Metîna û Avaşîn, li Kurdistan û gelek deverên Ewropa ciwan û jinên ciwan daketin kolanan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Yewnanîstan Atînayê li qada Monastiraki çalakiyek li dar xist. Belavokên ku armanca operasyonên dagirkirina ciwanan vedibêje belav kir, ku li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Zap ,Metîna û Avaşîn dest bi çalakiyên bêîtaatiya sivîl kirin.
Di daxuyaniya li qadê hat dayîn de, berxwedana gerîla hate silav kirin. Ciwanan timûtim dirûşmên “Bijî Berxwedana Gerila”, “Bijî Berxwedana Metîna”, “Bijî Berxwedana Zap ” û ” Bijî Berxwedana Avaşîn “avêtin.