NAVENDA NÛÇEYAN –
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û çiyayên wê her berdewame, lê di eynî demê de dewleta faşîst her carê jî ji gerîlayên azad yên kurdistanê derbeyên giran dixwin, di gelek çiyayên kurdistanê ên weke Zap û Garê de têkçûyîna herî mezin jiyan kirine, ev jî ji bo tevahî gelan bibû hêviya herî bi mezin, her derbeyê ku gerîla li dijmin dide parçeyekî ji zihniyeta dijmin dirûxîne. Em jî bo ku ev serkeftina şer qezenc bikin, em bi îradeya xwe şer dikin, ji ber vê di encama şerê gerîla de her serkeftin li ber çav e. Piştî ku faşîzm li Garê şikandina herî mezin jiyan kir, tirsek wî ya ji hebûna me çêbû, ji bo ku dagirkerî tirsa xwe ya li beramberî me hîn zêdetir bibe û ji bo ku em bihev re va serkeftina mezin ya rizgarî û azadiyê qezenc bikin, gelê me wê bi serhildanan û gerîlayên azad yên kurdistanê jî wê bi çalakiyên xwe bibin bersiva va pêvajoya zor û zehmet, ancax wisa pêkan bibe.
Dijmin ji bê çarebûna xwe li her derê topan dibarîne, dema ku li hember pirsgirêkên xwe yên hundirîn bê çareserî dimîne, dixwaze ev hêrsbûyîna xwe li ser mirovên azadîxwaz derxe, ji bo vê îro dîsa êrîşî çiyayê Zap, Metîna û Avaşîn ve kiriye, dijmin çiqasî bixwaze gelê kurd û gerîla ve tune bike, nikare wan tune bike, ji ber ku em bi hemû hêz û îradeya xwe li hember wî şer dikin, tiştê herî zêde hêştî em wisa li ser lingên xwe bisekinin jî ev yekbûna gel û gerîla ye. Bi şerê gelê şoreşgerî re emê dijmin tarûmar bikin.
Gerîlayên fedayî ev bû çend carin li ser çiyayên kurdistanê dijmin ji hovîtiya wî poşman kiriye, bi çalakiyên xwe yên serkeftî re derbeyên giran li dijmin didin û wan şûnde dide vekişandin, di nava van çend rojan de li çiyayên Zap, Metîna û Avaşîn ve qederek eskerên dewleta dagirker û faşîst ve hatine kuştin, bi qasî kuştiyan jî birîndar hene. Yanê di wateya kurt de êdî dijmin gihîştiye ew asta xetimandinê êdî ber bi dawîbûnê ve diçe. Ji ber vê yekê jî, ev dem ji bo me bûye dema azadiya Rêber Apo û dema pêkanîna çalakiyên zaferê.
Gerîla li çiyayên Zap, Metîna û Avaşîn ve dest bi nivîsandina dîrokek nû kiriye. Di nava vê dîrokê de şikandina dijmin û serkeftina gerîla û berxwedaniya gel tê hewildan. Ev dîrok jî bi pênûsek normal nayê nivîsandin, bi destê gelê şerker û gerîlayên azad tê nivîsandin.
Faraşîn Sîdar