NAVENDA NÛÇEYAN –
“Ew roj di dîrokê de bi berxwedaniyên mezin destpêkiriye, roj roja karker û kedkara ne. Pekî dîroka vê rojê hûn dizanin, hûn salên 1886’an 1977’an dizanin? Çima ev roj? Çima Karker? Ev roj çi da me? Hûn dizanin?
Werin em dîroka vê binerin;
Di Sala 1856’an de em biçin Avustralya komekî karkerên avahîsaziyên, ji bo demên kar meşekî girseyî pêk anîn. Armanc ev bû ku demên xebatê werin kêm kirin, bi awayekî fermî her kes rojê 8 seatan bixebitin, lê ji ber ew xwestek rehetîyê patronan xerab dikir, bê ku guh bidin xwesteka karkeran wan tepisandin. Di Sala 1884’an de biryarek tê girtin tê gotin ku “1’ê Gulanê sala 1886’an de rojê 8 seat xebat kirin were qabûl kirin!” Patron bi vê biryarê dikenin û dem tê heya sala 1886’an.
Niha jî em li Emerîkane karker hember fonê kêm û demên xwebatê a dirêj û zehmet bêdeng neman. Di Emerîka de demê sanayî destpêkiribû û karker her roj bi xeteriyên mirinê re dixebitiyan, êdî pêwistî bi gotinê “NA” hebû “Ji vê Pergalê re NA!” “Em ne kole ne em karkerin” deng hatibû bihîstin. 1’ê Gulanê 1886’an de nîv mîlyon mirov, ji bo 8 seat bixebitin çalakiya dev ji kar berdanê dan destpêkirin. Karker bê ku cudatiyê nijad, netew û cins bikin wek hev ji bo heman armancê dest bi dest meşiyan. Lê patron jî, ji vê çalakiyê re bê deng namînin, pere didin çeteyên kolanan ji bo êrîşî karkera bikin, çete û polîs êrîşî karkeran dikin û li vir 4 karker tên kuştin.
Di encama hêza berhemdar de hêza raperînê derket pêş. Protesto berdewam dikin bi vê berxwedanê re hin eyaletan 8 saet xebat bi fermî tê qabûl kirin.
Êdî berxwedan ber bi serkeftinê ve diçe da ku di mîtîngekî ku ji bo prostesto hatiye birêxistin kirin de bombe biteqe. Di vê mîtîngê de tevî çend polîsan bi giştî 11 kes jiyana xwe dest dide. Di vê demê 8 kesên ku vê mîtîgê bi rêxistin kirine tên binçavkirin. 4 jî wan kesan re cezayê îdamê tê dayîn yek jî wan wisa dibêjê “Hemû cîhan dizane ez ne bi sûcim, ne ji bo suçdarim ezê werim darvekirin ji ber ez kedkarım ezê verim bi darvekirin.” Wê demê biryar tê girtin ku 1’ê Gulanê wek roja karker û kedkaran were dîyarkirin.
Yanî 1’ê Gulanê ku em roja me îro de pîroz dikin. Bi berxwedaniyekî mezin re hatiye bidestxistin.
Yek jî 1977 heye 1’ê Gulanê 1977 ev bûyer li Tirkiyê diqewime. Di dîrokê de wek 1’ê Gulan ê bi xwîn jî tê pênasekirin. 500000 kedkarên ji bo mafên xwe li Stanbolê kom bûne di vê bûyerî da bûn hedefên panzer û fişekan. Di vê qetlîama ku bi destê dewletê pêkhatî bû de herî kêm 34 kes jîyanê xwe ji dest dide. Wek her qetlîyama ku dewletê kiriye ew qetlîyam jî tu carî nayê ronîkirin û di nav pelên dîrokê de navê xwe bi xwîn dinvîsîne. Ji ber vê sedemê her sal karkeran dixwazin cihên qetlîyam pêk hatî de 1’ê Gulanê pîroz bikin lê vê demê şunda dervayî demên awarte ev meydan ji karker û kedkaran re girtiye.
Herî dawî ji bo 1’ê Gulanê mirov dikare wiha beje: Ev dîrok bi berxwedan, qetlîam û kedê ve hatiye nivîsandin. Heta ku kedkar û hêviyên şoreşê hebin dê ev dîrok hertim zindî bimîne”