QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî dagirkeriya Dewleta Faşist a Tirk seferberî îlan kir û li her derê Rojava û li Bakurê Suriyê daketin qadan.
Herî dawî ciwanên Qamişlo bi heman armancê meşeke meşaleyî li darxistin û daxuyaniyeke komî dan.
Armanca meşa ku êvarê pêk hat protestokirina êrişên dewleta dagirker a Tirk ya li ser Zap, Avaşîn û Metînayê bû.
Meşa ciwanan ji pêşiya çerxerêya Şehîdên Enteryonalîst a li taxa Enteriyê dest pê kir û ber bi kolanên sereke û giştî ve meşiyan. Meş li nêzî çerxerêya Rojhilat a rojhilatê bajarê Qamişlo bi dawî bû.
Ciwanan meşele, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên”Bi rihê berxwedana Garê em Pengava Şoreşger a Bazên Zagrosê silav dikin” rakirin.
Meş bi sloganên”Bijî berrxwedana HPG, na ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê” bi dawî bû.