BEHDÎNAN – Gerîlayên HPG, YJA Star çalakiyên xwe yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker didomînin. Gerîlayan li dijî Girê Qesrokê yê Heftanin çalakiyek organîze kirin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin cezakirin.
Îro, saet di navbera 10.00 û 13.00 de, HPG li dijî Girê Qesrokê yê girêdayî Heftanin, ji hêla gerîlayên YJA Star ve çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin, mobeseyek û radarek jî hatin rûxandin.