GIRKÊ LEGÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê desteka xwe ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re ragihand û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşer bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê konê seferberiyê bi dirûşma “Bi rihê serkeftina Garê em Pêngava Bazên Zagrosê silav dikin” vekir.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bajarê Hesekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Hêzên Parastina Civakî berê xwe da konê seferberiyê ku li Girkê Legê hatiye vedan.
Di bin konê çalakiyê de endamê HPC`ê Mustefa Ebas daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir, êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Hêzên gerîla di Pêngava Bazên Zagrosê de zirarên mezin gihandin artêşa Tirk a dagirker.”
Di dawiyê de hate gotin ku bi îrade û bi felsefeya rêber Abdullah Ocalan dê destekê bidin berxwedana hêzên gerîla.
Li gorî komîteya rêveber ku sibe dê ciwanên şoreşger ên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê berê xwe bidin konê seferberiyê.