WAN – Li Taxa Xaçort a Wan ji hêla Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Andok Zagros ve rêze çalakî hatin lidarxistin. Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê, ya ku di derbarên çalakiyên de wiha ye:
“Di 28-29’ê Nîsanê de li Kolana Bayirli ya Navçeya Xaçort a Wanê du çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de, wesayîteke dijmin a ku dewriye digeriya bû hedef û bi fîşekên hewayî ve hate xistin. Di çalakiyê de du polîsên Tirk ên dagirker birîndar bûn. Dîsa, çalakiyek bombeya deng li dijî firoşkarên tiryakê yên ku dixwestin ciwanên Kurd qirêj bikin û wan bikişînin qirêciyê hate kirin.
Tecrîda ku TC’ê li ser Rêber Apo pêş xistiye û êrişên dagirkirinê yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn gelê Kurd yek bi yek dike hedef.
Em ê wekî ciwanên welatparêz, çalakiyên xwe yên li dijî dagirkerên li Kurdistanê, li dijî êrîş û tecrîdê, li dijî her kesê ku armanc dike ciwanên Kurd qirêj bike bidomînin. Divê baş were zanîn ku Berxwedana Serkeftinê ya ku ji hêla gerîla ve li çiyayên Kurdistanê tê meşandin wê heta ku dagirker welat werin avêtin yê bidome.”