VUPPERTAL –
Endamên TCŞ û TEKO-JIN li bajarê Wûppertal a Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan standek danîn.
Li standê pankartên bi zimanê Elmanî û Îngilîzî hatin hildan û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Ciwanan diyar kir ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd dikin. Stand heta saetên şevê dom kir.