NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê qutkirina para ava Firatê ji Sûriyê re ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir.
Cîgirê serokê Meclisê Hesen El-Kino daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Piştî hemû hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê yên pêkanîna pêşketinê yan jî serkeftina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ketin, dewleta Tirk sûcên nû yên şer li arşîfa xwe ya tijî sûc, dagirkerî, koçberkirin û penaberkirin zêde kirin, ku ew jî kêmkirina miqdarê ava tê Sûriyê ye.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: “Bandora vê sûcdariyê êdî bi awayekî neyênî li sivîlan dike, ji Sûriyê bigire û heta bi Iraqê, di encamê de ava vexwarinê û kehrebe li ser bi milyonan sivîlan qut kir, li aliyekî din jî zirar û karesatên ekolojîk çêkir û ew jî dê karesateke mirovî çêke.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, NY`yê, rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bike, da ku para avê ya Sûriyê ku li ser hatiye lihevkirin bide.