ŞENGAL – Ciwanên Komelgeha Borikê ya Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û piştgiriya berxwedana gerîlayên Azadiyê ya li Metîna, Avaşîn û Zapê meşiyan.
Meşê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê (YCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li ber Meclîsa Gel a Borikê destpê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeya, “Bijî berxwedana gerîla’ hate berz kirin.
Piştî ku meş giha Daqa Navenda Komelgehê, li ser navê YCÊ û û YJCÊ’yê Hekîm Şengalî daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de berxwedana gerîla hate silavkirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî carek din li ser xaka Başûrê Krıdistanê dest bi dagirkerinê kirine. Dewleta Tirk bi armanca tinekrina fikir û ramanên Rêber Apo şerê xwe yê taybet û şerê qirkirina gelên azadîxwaz dide meşandin.
Gelê Kurd ku bi salane li hemberî vê zilamê li ber xwe dide, niha rastî hovîtiya dewleta Tirk tê, lê Barzanî wisa xuya dike ku ev şer tenê li dijî PKK’ê ye. Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi van gotina ne xapê, ev şerê tinekirna Kurdaye. Weke ciwanên Êzidî em ciwanên li ser Êzidî êrişên li ser gerîla, êrişên li ser xwe dibînin. Eger bê xwestin em amadene li gel gerîla li dijî dagirkeriyê şer bikin.”