NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, li Parîsê bi meşekê şermezar kir
Di dema meşê de daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ev êriş li dijî Kurdan hemûyan êirşa qirkirinê ye.
TCŞ’ê bal kişand ser serketina Garê û diyar kir ku wê dawî li rejîma faşîst bê.
Di meşê de tim û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Apo ne” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin qîrîn.
Çalakî piştî saetekê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.