NAVENDA NÛÇEYAN – Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ragihand, nêzî ji sedî 50’yê ciwanên Iraqê tevlî bikaranîn û fêrbûna madeyên hişber bûne. Wek sedem jî rewşa xirab ya aboriyê hat nîşandan.
Îro Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di daxuyaniyek de eşkere kir ku rêjeya bi karanîna madeyên hişber di nava ciwanên Iraqî de her ku diçe zêdetir dibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêjeya ciwanên ku madeyên hişber bikartînin gihiştiye nêzî ji sedî 50’yan.
Hate diyarkirin ku rewş gihiştiye wê astê kesên ku bazirganiyê bi madeyên hişber dikin, hema li her deverên Iraqê hene, lê ji sedî 70’yê kesên bikartînin jî li deverên hejar nişînin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku bi karanîna madeyên hişber bi xwere gelek pirsgirêkên din ên civakî jî derxistine.
Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku sedema sereke ya fêrbûn û bikaranîna madeyên hişber bêkarî û hejariye. Her wiha hate diyarkirin rêjeya jinên ku madeyên hişber bikartînin jî bi awayek berbiçav zêde bûye.
Gelek caran pispor diyar dikin ku di ser Iraqê re madeyên hişber yên Îran û Efganistanê ji bo welatên Ewropa û Kendavê tên veguhestin.
Çavkanî: ROJNEWS