NAVENDA NÛÇEYAN –
Dewleta Tirk a dagirker wisa plan dikir ku ew dikare bi operasyona dagirkirinê ya ku li dijî Garê pêk anî re bi serkeftinê dest bixe û pêvajoya xwe ya ruxandinê xilas bibe lê hezîmeta li pêşberî gerîla re ew pêvajo zûtir bû. Faşîzma AKP-MHP a ku mîna kesekê dixwaze di nav şemitokê de derkevê lê hêj diçe binê avî dîsa ku da derkeve çû operasyona nû da destpêkirin.
Dewleta Tirk a dagirker ku armanc dike ku bi operasyonên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna pêvajoya xwe ya ruxandinê bide sekinandin, li hember gerîlayê azadiyê xwarina derbeyên mezin didome. Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku têkçûna wê ya ji van deveran êdî têkçûn û hilweşandina Enqereyê ye. Ji ber vê sedemê, Komara Tirk a ku bi pêkanîna polîtîkayên şerê klasîk ên li van deverên ku lê asê maye, hewl dide ku ji rewşa ku ketiye xilas bibe, dîsa çareyê li hevkarî û xiyaneta KDP ê digere.
Di hin nûçeyên ku van demên dawî de di çapemeniyê de hatin weşandin , agahî hat parve kirin ku Pasdarên Sînorê Iraqê li nêzê baregehên Tirkiyê bicîh bûne. Li gorî agahiyên hatine dayîn; di navbera Kanimasi û Bagova de liv û tevgera pêşmerge heye, KDP li heremê amadekariyên dike da ku cihên nû bigire ji bo baregehên Tirk ji çalakiyên gerîla biparêze û deverên gerîla teng bike. Tê gotin ku tevgera li herêmê tevgera Hêzên Parastina Sînorê Iraqê ye. Tê gotin ku cerdevanên Sînorê yên Iraqî 4 baregehên nû li nêzê noqteyên TSK yên girên Kani Masi, Sêre Hemê, Badok, Girê Golê û Kevire Guvin ava kirine. Îdîayek heye ku vana “hewldanên pêşîgirtina li pêşketina TSK ê” ne. Lê ev yek nerast dixuye ji ber ku Cerdevanên Sînorê yên Iraqê yên ku behs tê kirin pêşmergeyên KDP ne û tenê ji hêla Iraqê ve perê wan tê dayîn.
Rêkirina pêşmergeyên KDP di bin navê Cerdevan de hin ihtimalan tîne bîra mirov.
Ya yekem; Diyar e, hêzên KDP, ji berteka gel ditirsin, nekarin li kêleka dewleta Tirk biçin şer. Dewleta Tirk li qadê asê maye û da ku arteşa Tirk rizgar bike dixwaze zemînek ji bo ketina şer bi rengek veşartî biafirîne.
Ya duyemîn; di bin navê cerdevanên Sînorê Iraqê de armanç dike baregehên Tirkan biparêze û heremek tampon ava bike da ku qadên gerîlla yên şer teng bike.
Ya sêyemîn; Armanc ew e ku bi sûdwergirtina ji rewşa şer de heremên ku KDP nikare bikeve di bin navê Cerdevanên Sînorê Iraqê de bikeve û cihên nû dest bixe.