BEHDÎNAN –
Li herêma Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên hewl didan li Girê Zendûrayê bikevin çeperê, hêzên gerîla çalakî kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, komek ji leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Zendûrayê bi cih bibin, bû hedefa gerîla.
Çalakî doh êvarê saet di 19:00 de pêk hat. Hate ragihandin ku 2 dagirker hatine cezakirin û gelek jî birîndar bûn.