DÊRIK – Piştî meşa ciwanên şoreşger ji Girkê Legê gihaşt Dêrikê, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Navenda Şehîd Bawer kom bûn û li wir daxuyaniyek da, tê de piştgiriya xwe bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da.
Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elaa Mistefa daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em berxwedana HPG’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku destanên lehengiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker nivîsandine ku ew nikare kêliyekî li hember derbeyên HPG’ê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li ber xwe bide, silav dikin.
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina gelê Kurd, qirkirina wê bi tevahî rê û rêbazan êrişî 4 parçeyên Kurdistanê dike, tecrîdê li ser Rêber Ocalan girantir dike, avê ji ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dike, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber topbaran dike û êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
Dewleta Tirk a dagirker êdî di tevahî aliyên siyasî û leşkerî de bi bin dikeve, ji lew re krîzên xwe yên hundirîn derdixe derveyî sînorê xwe.
Dewleta Tirk a faşîst bi armanca bidûrxistina gel ji Rêber Ocalan tecrîdê girantir dike, lê fikir û felsefeya Rêber Ocalan li tevahî cîhanê belav bû, li ser vê bingehê êdî gelên azadîxwaz banga azadiya Rêber Ocalan dikin.
Tevî êrişên faşîsta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê gelên herêmên di parastina xaka û destkeftiyên şoreşê de bi saya kedên şehîdan bûn yek. Ji lew re dewleta Tirk piştî binketina wê ya hundirîn û navneteweyî Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran dike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanên heta pêkanîna armancên vê pêngavê seferberiya giştî ragihand û piştgiriya HPG’ê li dijî bêserûberiya faşîsta Tirk dikin û tu êrişekê li ser sembolekê ji sembolên kurdan qebûl nakin.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Girkê Legê ji 1’ê vê Gulanê ve bi diruşma “Bi rihê serkeftina Garê em Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê silav dikin” konê seferberiya giştî ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk