BEYRÛT –
Huner yek ji awayên ku mirov bi wî dikare bê sînor hezkirina xwe û dildarbûna xwe ji welatê xwe re îfade bike. Rûxmî dûrbûna ji welat lê mirov bi riya hunerê dikare hestên xwe ji welatê xwe û ji şehîdên xwe re diyar bike.
Li paytexta Lubnanê Beyrûtê nûçegihanê ajansa me bi hundermend Mehfûz Ehmed Yûsif bi navê Bavê Kurdo di nav gel tê naskirin, re hevpeyvîn girt.
Bavê kurdo kesayetek welatparêz, hunermendekî ji bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ye. 22 salin li Lubnanê jiyan dike, di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dest bi karê xêzkirina wêneyên Şehîdên şoreşa Rojava û Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê û li ser Platforma Facebookê rûpelek vekir û her êvaar li ser weşana zindî wêneya Şehîdekî xêz dike. Bavê Kurdo ev kar weke erkek girt ser milê xwe ku ev kar berdewam bike piştî ku birayê wî ev kar dikir, piştre çû çiyeyê Kurdistanê û şehîd ketiye.
Di destpêka axavtina xwe de bavê Kurdo xwe daye naskirin û wiha got: Navê min Mehfûz Ehmed Yûsif bi navê Bavê Kurdo têm naskirin, ez ji xelkê gundê Mustefawiyê ya Dêrika Hemko me, di sala 1992’an de min dest bi vê karê kiriye. Ev bi xwe kare birayê min yê mezin Şehîd Elî, min bi xwe ev kar ji wî girt. Di sala 1992’an de em hatin Qamişlo û em li Qamişlo mezin bûn.
Bavê Kurdo armanca xwe ji xêzkirina wêneyên Şehîdan wiha diyar dike: Ez dema wêneyên Şehîdan xêz dikim, wek hewldanek ku kêfxweşiyek bixim dilê dayîk û malbatên Şehîdan. Tevî vê em çi bikin û çiqas bikin em nikarin mefê van Şehîdan bi wêneyek an bi gotinek bidin. Em her deyndarê Şehîdên xwe ne.
Dema birayê min Şehîd Elî derket çiyeyên Kurdistanê, min dest bi vê kare kir, ev karê wî bû, min ji wî ev kar girt û berdewam kir. Ez vê karê wek erkek ser milê xwe radikim ku ji bo şehîdên me ez dikim.
Bavê Kurdo diyar kir ku ew di demek nêz de dê biçe Rojava. Û got ku tucarî Xurbetê wî ji rihê berxwedanê û welat dûr nexist, bi dil û can li gel Şoreşger Rojavayê Kurdistanê disekinî.
Di dawî de hunermendê Kurd yê ji Xelkê Qamişlo Rêdûr Zagros stranek ji bo Şehîdên Azadiyê got.
NC \ Şihab Abdulfettah – Beyrût