NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi peyamekê fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mêrdînê Hasan Mahmûdî bi nasnav Hewram Awyer bi bîr anî.
Peyama YRK’ê wiha ye: “Me 29-30’ê Adarê 2021’an li Kelha Şehîdan herêma Bagok-Mêrdînê agahiya şehadeta Fermandarê eyaleta Mêrdînê Hewram Awyer bi navê Hasan Mahmûdî girt. Li Herêma Jawero gundê Bizlane di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê û li vir mezin bûye. Demeke dirêj li Rojhilatê Kurdistan gerîlatî kir û kar da meşandin. Her tim di nava gel û hevalên xwe de bi sekin û pratîka xwe bû pêşengekî fedayî yê Apoyî.
Heya dawiyê dilsozê Serokatî û gel bû. Bi vê sekn û jiyana xwe di gerîlatî de bû pêşengek û li beramberî dijmin, li hemberî êrîşên dijî gelê Kurd tên meşandin, şer û têkoşîneke bi rûmet û mezin meşand. Li Rojhilat heya Bakur di asta herî jor de xwe tevlî şoreşa azadiya gelê Kurd kir. Rola xwe leyîst. Ji bo serfirazî û rûmeta gelê xwe li ser axa Kurdistanê bê teredût, bi coş û kelecaneke mezin meşiya. Bû fermandarê demê yê Şerê Gelê Şoreşgerî. Bêguman em ê çeka vî şoreşgerî mezin li erdê nehêlin ku ji niha ve bûye remz û sembola welatparêzî û berxwedêriya Rojhilatê Kurdistanê.
Li Rojhilatê Kurdistanê, di pêşxistina gerîlatî û bidestxistina azadiya gelê xwe de, layiqê keda hevrêyê xwe, fermandar Hewram Awyer bibin. Em ê heya dawiyê di bin fermandariya şehîdê Nemir Hewram Awyer de bimeşin. Di serî de ji malbata wî, gelê Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê re sersaxî dixwazin û dibêjin rêya şoreşê, wê bi Hewram Awyer’an re ronî û geş bibe.”