NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girê Bolê û herêmên Berbizinan û Goşînê yên Sîdekan, hêzên çekdar ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwestin bi çekên giran li herêma gerîla bi cih bibin, lê rê li pêşiyê hate girtin.
Her çiqas medya PDK’ê îdia kir ku komek gerîla êrişî pêşmergeyan kir, lê çavkaniyek taybet ji Rojnews’ê re ev îdiayên medya PDK’ê red kir.
Çavkaniyê ragihand: “Li Girê Bolê û herêmên Berbizinan û Goşînê yên Sîdekan a herêma Biradost, çekdarên hêzên Helgurd ên PDK’ê bi çekên giran êriş kirin û xwestin li herêmê bi cih bibin. Lê, gerîla ji wan re ragihand ku nabe hun li vir bi cih bibin û hişyar kirin. Li hember çekdarên PDK’ê gule berdan û heta arbîcî bi kar anîn. Lewma gerîla hewade gule berdan. Çekdarên PDK’ê revîn û herêm bi cih hiştin. Weke medya PDK’ê jî qal kirî ti pêşmerge birîndar nebûne.”
Ev êrişa PDK’ê di demekê de ye ku artêşa Tirk a dagirker bi kîlometreyan xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, lê heta niha PDK’ê li dijî bertek nîşan nedaye û tenê gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanê dikin.
Çavkanî: ROJNEWS