ATÎNA – Meşa 1’ê Gulanê, ku ji ber ku bi Paskalya re hevdem bû, nekaribû were li dar xistin, îro hat li dar xistin. Meşa 1’ê Gulanê bi beşdariya gelek rêxistinên çep-anarşîst, li Atînaya paytexta Yenanîstanê hat li dar xistin. Meşê ku Navenda Çanda Kurdistanê jî tê de bû de girseyekî mezin hebû, gelek pankartên bi dirûşmên Kurdî hatin hilgirtin.
Di meşê de wêneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK hatin hilgirtin, dirûşme hatin avêtin û pankartên ku ji bo berxwedana gerîla hebûn. Di meşê de timûtim dirûşmên ‘Terorîst Erdogan, Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla’ hatin qîrîn. Meşa ku li Qada Akademiyê dest pê kir disa li Qada Akademiyê bi dawî bû, dîmenîn
rengîn derketin holê.