BEHDÎNAN – Di dîmenên hatin weşandin de, li gel çalakiya gerîla her wiha çekên ku hatine desteserkirin jî tên nîşandan.
Gerîlayê ku di dîmen de xuya dike, ji çekên hatine rakirin çekek MPT-55, bombeavêjek, BKC’yek, roketavêjek B-7, dûrbîneke termal, 2 dûrbînin çekê û cîhazeke ragihandinê dide nasandin.
Gerîla dibêje, “Heval bi hêsanî çûn û çek rakirin” û anî ziman ku dewleta Tİrk hewl da li herêmê bi cih bibe, lê li berxwedana mezin a gerîla rast hat.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 3’ê Gulanê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatine cezakirin.