QAMİŞLO – Di çalakiyê de pankartên “Berxwedana rêber Apo û berxwedana Bazên Zagrosê berxwedana me ye”, alên Kongreya Star, wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.
Di çalakiyê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Ozgur Ronî wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya gelê Kurd û Rêbertî bi rêya ferzkirina tecrîdê têk bibe. Ji ber wê jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Em êrişên dagirkeran şermezar dikin û em ê destekê bidin hêzên gerîla.”
Paşê daxuyaniyek ji aliyê rêvebera Kongreya Star a kantona Qamişloyê Hala Faris ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin ku hemû pêkhateyên herêmê van êrişan şermzar dikin, ev siyaset û êrişên dijminahî li çiyayên Kurdistanê ne û hemû çekên qedexekirî di êrişên xwe de bi kar tînin.
Her wiha hate diyarkirin ku ew wek tevgera jinan soza şopandina rêya têkoşînê heta dawiyê didin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku rol û erka xwe ya mirovî pêk bînin û li hember çavnebariya dewleta Tirk ji dewletên derdorê re, bisekinin.
Xwepêşandan bi dirûşman bi dawî bû.