DERÎK – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarokê Xana Serê ya girêdayê navçeya Dêrik bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştevaniya bi pêngava Bazên Zagrosê re meşek bi meşeleyan li dar xist.
Meş ji pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Xana Serê dest pê kir.
Ciwanan ku wêneyên şehîdên berxwedana Avaşînê, meşele, al û sembolên kurdî hilda bûn bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin.
Meş li Çerxerêya Xana Serê ya li ser rêya giştî rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Şînda Baco daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi rihê berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê pêngava Bazên Zagrosê silav dikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin.
Bi rih û bi berxwedana gerîlayên HPG’ê ku efsanên lehengî û fedekariyê dinîvisînin, dê tevahî êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têk biçin.
Gerîlayên HPG’ê di dirêjahiya salan de xwedî tecrubeyeke têkoşînê ye, hêz, moralê xwe yê bilind û fikirê xwe ji felsfeya rêber Abdullah Ocalan digirin, ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst wê nikaribe li hemberî felsefeya rêbertî û HPG’ê li ber xwe bide.”
Çalakî bi berzkirina diruşmeyên s