NAVENDA NUÇEYAN- Piştî ku axirîn hêzê DAŞI’ê di sala 2019’an de li Herêma Bahozê yê girêdayî Rojavayê Firatê ji aliyê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ve hat têkbirin, endam û hêzên ku mayîbun hinek ji wan hatin girtin û hinek jî reviyan li derdorê wan herêman xwe weşartin.
Piştî ku hêza DAİŞ’ê vê binketina mezin jiyankir û pê re jî demek zêde neborî ku rêberê wê Ebubekir Al Baxdadî di operasyonek hevpar ê HSD û Amerîkayê de hat kuştin dê DAİŞ’ê nema karîbu ji nû ve bi haman şêwazê ku berê şer destpêkiribu, şer û çalakiyê xwe berdewam bike.
Lewma niha li gor agahiyan û di heman demê de jî li gor wan çalakiyên ku di wan demên dawî de ji aliyê DAİŞ’ê ve tên kirin di asta piraktîk de jî bi awayek eşkere tê fêm kirin ku DAİŞ bi awayek kirdarî tevger û stiratejiya xwe guhertiye.
Li gor dane û agahiyên ku di dest me de hene, DAİŞ demê dawî herî zêde li ser çalakiyên sekvanî, sabotaj û çalakiyên întiharî disekine. Piranî çalakiyên xwe yê întiharî û sekvaniyê li wilatê Eraqê di nav bajarên wekî Bexdad, Kerkuk û Diyalayê pêktîne. Çalakiya sabotaj û mayînkirina eraziyê jî, piranî li herêmên wekî Deşta Nînowayê, rêka Musil ku d,çe Kerkuk û hinek caran jî li deverên girêdayê Mexmurê pêktîne.
Tiştê balkêş di wan tevgerên DAİŞ’ê de eve ku li gelek herêmên ku çalakiya lê pêk tîne komî an jî Tîmî tevnagere. Hejmarek zêde ji endam û milîtanê xwe naxe wan çalakiya û tenê li rêka yek endamê xwe ve wan çalakiyan pêk tîne. Girêdayî wê mijarê jî li gor agehiyên ku hene DAİŞ’ê hejmarek zêde ji endamên xwe di perwedeyên sekvanî û sabotaj re derbas kiriye. Lewma tê fêm kirin ku wan çalakiyên ku niha ji aliyê Endamên DAİŞ’ê ve tên kirin di çarçoveya vê perwerdeyê de buye ku demên bihorî tê re derbas bûne!
Mijarek din jî di derbarê DAİŞ’ê de ku girînge mirov bal bikşîne ser ewe; Li gor daneyên ku di dest de hene DAİŞ’ê wan demên dawî li rêka şivanên pezan ya ku di heman demê de jî nêzê fikrê DAİŞ’ê ne bi kar tîne û pêdêvî xwe wekî çek, TNT û amurên sabotajê li rêka wan şivanan peyda dike, ji bo cîhên pêwîst û şunên çalakiyê vedigûheze. Ji ber ku DAİŞ nikare wekî berê bi erebeyan û bi awayek eşkere îmkan û pêdîviyên xwe vegûhezê û ya girîng jî ewe ku zû bi zû tak an jî Polîs guman ji wan şivanan nakin. Di heman demê de jî rêka ku van şivanan pê re derbas dibin nakeve hember wan hêzên Polîs û Ewlehiyê. Ji xwe ne tenê şêwazên wisa pêşxistiye belku di warê bi karanîna jin de jî di xebat û Çalakiyên xwe de bi awayek aktîf xistiye meriyetê. Demek berî niha hatzanîn ku li Musilê 3 Jin hatin girtin ku ji bo DAİŞ pere kom dikirin û demek berî wîna jî li Bexdadê 5’ Jin hatin girtin ku wan jî di warê Îstihbarat û Ticaretê ji bo Hêzê DAİŞ’ê dixebitîn. Bi giştî bi awayek zelal wisa tê fêm kirin ku DAİŞ di xebat û çalakiyên xwe de kesên kêm gûman û bê şik wekî şivanê pezan an jî jinan bi kar tîne. Ev jî rastiyeke ku di nav civakê de jin an jî şivan ji bo bikaranîna di nav çalakiyên wisa de guncav tê dîtin. Ji ber ku li gor Tak an jî tîştên din guman li ser wan kême.
Mijara din ya ku mirov bal bikşîne ser eve ku DAİŞ wekî berê timî û komî çalakiyan li dar naxe!
Di rastî de çalakî û şêwazê şer kirinê ku wan demên dawiyê ji aliyê çekdarên DAİŞ ve tê kiri, mirova dixe bîra Tevgera Heloyên Sor an jî Yêkane, tevgera ku di salên 1421’an de li welatê Îspanyayê xwe bi rêxistin dikir ku rola wê ya sereke jî li padişahiya wê demê yê Îspaniyayê derbe xistin bû! Şêwazê şerê wan jî wisa bu. Wan jî di çarçoveya birdoziya xwe de wek endam û pêkhate tenê serê xwe êrîşê berjewendiyê padişahiyê Îspaniyayê dikirin û li her dera ku firsend dîtiban bê ku pilan an jî şêwazek diyar çalakiyê xwe pêk dianîn. Ya balkêş eve ku di nav vî tevgerê de tiştek bi nav rêveber an jî pêkhate tinebuye û ti kes jî ku alîgirê vê rêxistinê buye hevdu nas nekirine. Mirov dikare bêje rêxistina ku tinebuye lê di rastî de hebuye! Ev şêwaz jî ji ber wê buye ku endamê wê bi ti awayî eşkere nebin.
Ya niha jî tevger û rêbazê ku DAİŞ jî bi kar tîne dişibe şêwazê Rêxistina Heloyên Yêkane an jî Sor yê ku berê li welatê Îspaniyayê xwe bi rêkûpêk kirine. Ger mirov bixwaze bi zimanek hîn zelal bêje, ji tevgerên wisa re dibêjin “Qadroyên Bi Însyatîf” ya ku ti pêwendiyê wan bi navendek an jî ti sazî û rêveberiyan ve nîne. Bixwe, tenê serê xwe ne, tenê serxwe jiyan dikin tenê serê xwe êriş dikin û tenê serê xwe jî biryar digirin! Nêzîkatiyê ku wan di jiyan û êrîşê li dijî sazî û navendên dijberê xwe raber dikin, di çarçoveya fikir û birdoziyek de ye ku baweriya wan pê heye. Lewma pêwîst nabînin ku ji bo derb li dijberê xwe xistinê ferman ji navendek an jî kesek din werbigirin an jî ji berê ve plan bikin. Xulase kelam, rêbazê ku ji bo êrîşkirin û derb dijberê xwe xistinê didin xebitandin ti kes nizane wê çi dem, çawa û li kûderê û li dijî çi kesî çalakî were lidarxistin. Heya hinek caran çêbuye ku çalakiyê sabotaj an jî întiharî çêbuye lê DAİŞ bixwe jî nizaniye ku gelo qadroyên wîna kirine an na!
Lewma vala derxistina van êrîşên ku niha DAİŞ destpêkiriye ji aliyê welat û saziyên hewalgiriyê (îstixbarat) re gelek zehmet tê û zû bi zû nikarin pêşbîniyê êrîşên DAİŞ bikin. Ji ber ku agahî di derbarê êrîşê ku wê were lidarxistin tineye, heya asta ku rêveberên DAİŞ’ê bixwe jî nizanin li ku derê u di çi demê de çalakî were pêkanîn. Vala derxistinê çalakiyên wisa ji aliyê sazeyên hewalgirî ve gelek zehmete.
Li gor tiştê ku dixwêyê dibe ku wê demên pêşiya me jî çalakiyên bi vî şêwaz û rêbazê li herêmên ku bêhna DAİŞ jê tê û li welatên derdor jî îhtimala êrişên bi vî rengî ji aliyê Qadroyên Bi Însiyatîf ê DAİŞ ve ji berê zêdetir were kirin.
Siltan RİZGAR
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê