NAVENDA NÛÇEYAN
Aysel AVESTA nivîsand
Kurdistan bi çiyayên xwe navdar e. Li ser her çiyayekî wê gotin û çîrok hene. Ango her çiyayê Kurdistanê xwedî dîrok û efsaneyeke cûda ye. Weke Çiyayê Araratê, Çiyayê Cûdî, Çiyayê Sîpanê ku jê re çiyayê Axlatê jî tê gotin; Çiyayê Spî, Çiyayê Reş, Çiyayê Şengalê, Çiyayê Kurmênc, û wekî din. Bêgûnan ji xeynî van çiyayan gelek çiyayên din ên navdar jî hene. Lê ez ê hewl bidim di vê nivîsa xwe de ji were qala Çiyayên Zagrosan bikim. Li Kurdistanê di quntarên her çiyayî û geliyên wê de dîrokeke veşartî heye. Ji ber ku kengî êriş û ferman bi serê Kurdan de hatine, wan pişta xwe bi çiyayên xwe germ kiriye û di sînga çiyayên xwe de hebûna xwe parastine. Ji lewma, gelê Kurd çiyayên xwe gelekî nêzî xwe dibîne û pê bawer in ku ew ê wan li hemberî her cure êrişan biparêze. Çiyayên Zagrosan jî yek ji wan çiyayan e.
Çiyayên Zagrosê ji aliyê siruştê ve hem bihuşt û hem jî dojeha nedîtî ye! Zivistanên wê bi ba, bager û pûk in. Havînên wê gelekî germ û bi tînin. Tu zindî nikare xwe li ber pêtî, serma, fîgan û fîzîna bayê Zagrosê bigire. Li vî çiyayî mirov dikarê çar demsalan li gel hev bibîne. Çar hawirdorên wê bi çiyayên asê û deştan xemilandî ye. Dar û ber, nebat, rûbar, kanî û kulîlkên Çiyayên Zagrosê bi dîmen û bîhna xwe bihûşta rasteqîn e.
Zagros ne tenê bi çiyayên xwe navdar e. Li gorî arkeolog û dîroknasan cara yekem çandinî û şaristanî li quntarên Zagrosan dest pê kiriye. Arkeolog û dîroknas hemfikr in ku 9.000 salan beriya mîladê ango beriya bi 11.000 salan li quntarên Zagrosê mirovan dest bi xwedîkirina ajalan kiriye. Cara yekem li Çiyayên Zagrosan bizin, mîh, mange hatine xwedîkirin û zad li wan hatine çandine. Xanî û mal li ser wan hatine lêkirine.
Çiyayên Zagrosan ji herêma Wan-Colemêrgê dest pê dike û ber bi başûrê Kurdistanê ve diçe. Dirêjiya Çiyayên Zagrosê 1.500 km ye. Çiyayên Zagrosan li şêgoşeya Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê ye. Ango li ser sînorê Îran û Tirkiyê ye ku dagirkeran diyar kiriye. Li Gel asêbûna xwe di warê jeostratejîk û jeopolîtîk de jî xwedî cihekî taybet e. Di dîrokê de gelekî behsa serpêhatiyên Çiyayên Zagrosê tê kirin bê çawa û çiqasî asê ye. Di wan çiyayên asê de qala şerê artêşa Kardoxiyan tê kirin. Dîsa têgotin ku Skenderê Mezin dixwazê di ser Zagrosan re derbasî Îranê bibe, lê li vir asê dimîne. Heta tê gotin li Zagrosan deverek heye jê re dola xedarê tê gotin. Li gorî efsaneyan, artêşa Skenderê Mezin di wê newalê de asê maye, lewma navê wê kirine dola xedarê. Heta niha jî ev newal wekê dola xedarê tê zanîn.
Ev çiyayên ku bi dewlemedî û asêbûna xwe navdar in, bi salan e bûne hêlîna gerîlayên azadiya Kurdistanê jî. Li serê van çiyayan li gel zahmetiyên jiyanê, ji bo parastina xaka Kurdistanê şerê gelek dijwar lê tê meşandin û berdêlên mezin hatine dayin.
Ji 23’ê Nîsanê ve li vî çiyayê, bi heybet şerekî sîng bi sîng di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de diqewime. Gerîla bi bawerî û vîneke ji pola li hemberî hêz û teknîka artêşa dewleta Tirk hemûyî ji bo parastina axa xwe têdikoşe. Li vî çiyayê xwedî dîrok û efsane, li Zap, Metîna û Avaşînê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Artêşa Tirk bi balafir, helîkopter û teknîka nûjen a şer ku gelekî jê bawer e, nikare li Zagrosê bi ser bikeve. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi biryar in û dibêjin; “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û destûrê nedin ku dagirker têkevin xaka me. Ji bo ku xaka me ya pîroz neyê dagirkirin di serî de xelkê Başûrê Kurdistanê tevî nûnerên xwe, divê gelê Kurd hemû li dora vê berxwedana dîrokî bibin xelek û têkoşînê mezin bikin.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA