NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê Şehîd Mizgîn di sala şahadeta 29. a wê de behsa Şehîd Mizgîn kir.
Şehmus Aydin di derheqê Şehîda leheng de wiha got:
“Mizgîn, emrê wê ji min mezin tir bû çend salan. Wextê beriya derba Kenan Evren, 12 Îlon ê, berê ya wê ez ne şaş beriya 80 bû tevlî partiyê bûbû. Wê çaxê peywira wê propaganda bû, pirtuk dibirin malan an jî bûltenên partiyê dibirin malan jinan re dixwadin. Heta beriya 12 ê Îlon ê li nava bajar bû, beriya ku 12 ê Îlonê çê bibe derket û ji mal çû. Wê çaxê ji her kesî re tirsek ê mezin hebû ji ber derbeya eskerî. Wê çaxê deketin çûn me xeber jê nestand, wê çaxê çûbûne dola Beka yê wextê ku bi Îsraîl êre şer dikirin, wan salan bû tişta ez behs dikim. Demekê dirêj me xeber jê nestand, heta ku çû Ewropa hêj nû telefon bi me kir, me nizanî saxe an nesaxe. Mizgîn nava malbatê de , çawa bêjim,her car ez vê dibêjim, ji merhameta xwe ve zehf derdiket pêş, bi hezkirina mirovan re zehf bû, mirovekê pir baş bû, rûmeta wê ji mirovan re pir bû. Di nava malê de jî pir bi merhamet bû, di nav malê de wextê ku me lêdan dixwar me diparast.
Her çi qas ehlaqê wê nerm be jî aliyê Kurdayetiyê ve her car digot “ gerek ev Kurd zehf bixwînin, hişê wan bê serê wan, ew qas cahil mane, ew qas bin zilmê de ne, naxwînin.” Ji ber vê zehf li ser xwandinê disekinî. Egîd taxa me bû, ew jî “ Aydinlik “ ê bûn, me bi mlabatî hev nas dikir. Wê çaxê ji xwe derketin, Egîd jî çû bû. Egîd beriya wê şehîd ket. Heta ku piştî darbeyê, çûyîna Elmanya carna telefon li malê dikir, me telefonê xebar dida, li Elmanya yê bû, me dizanî li wê derêye. Ji aliyê stranan ve jî, bi rastî ev cevher ji berê de têde hebû. Daweta xalê min de zehf stran digotin, ez carna vê dibêjim, tu car jibîr nakim. Wextê em dolmuşê de diçûn bûkê bînin, yekê pîrhebûli erebê de, wextê strana “herne pêş, herne pêş” digot, yê pîr jî got “ lawo cih nema ez ê li ku de biçim”. Ev tu car ji bîra min naçe, wextê ku herne pêş digot. Wê çaxê jî bala wê bi stranan re hebû, helbestên Kurdî dinivîsandin. Hinek kursiyên me yên hesin hebû, piyê wan boru bûn. Carekê ku li ser malê de bigrin,da ku neyê girtin rûpel pêçan xist nav piyê wan kursiyan. Tirsekê wiha jî hebû bi mirovan re. Qasetên Kurdî dixistin binê erdê. Wexta ku Radyoya Erîvan ê bi Kurdî weşan dikir, stranên Kurdî lê guhdar dikir. Çawa bêjim?
Pêşî de daxwaza wê hebû ji mûzîkê re. Piştî ku em pê hesiyan ku ji aliyê stranbêjiyê ve stranan dibêjeem keyf xweş bûn. Hem mirovekê şervan hem stran digotin. Berê ku şehîd bikeve bi çend rojan dîsa telefon kir, em pê hesiya bûn ji Elmanya yê derketi bû, hati bû van aliyan. Lê cihê xwe tu car tu kesî re nedigot. Berê şehîd bikeve bi çend rojan telefon kir, ez li malê bûm, min eskerî nû xilas kiri bû. Ez hatim malê min hewş dikula, telefon kir, diya min re xeber da. Diya min re got “ kî li malê ye?” , diya min jî go vaye birayê te Şehmuz e. Ji min re digot “Bozo”, wextê ez biçûk bûm navê min nedigot, digot “ Bozo”. Telefon da min, min pêre xeber da. Got “ Bozo tu ew qas mezin bûyî?”. Wexta ew çûyî ez biçûk bûm. Min got “raste min eskerî jî xilas kir”. Wiha me pirsa hev kir. Min got “ ka tu li kuderê yî, em ê werin dîtina te , te bibînîn”. Cih negot. Ji xwe tu car cihê xwe ji kesî re nedigot. Got “ ez nêzîkî Wan ê me, dora Wan ê me”ew qas. Negot ji min re. Piştî çend rojan xeber hat Mizgîn şehîd ketiye.
Diya min û diya rehmetî Adulgaffar rabûn çûne Tetwan ê ew pêşî, paşê em jî çûn. Em çûn ku em cenaze bînin. Gelê Tetwan ê bi rastî xwedî derketinekê nezin çêkir li wê derê. Xelkê wir got heta ciwanan got “ em nahêlin vî cebazeyê bibin, ji bo me şehîd ketiye li vê derê, wê mezel vêderê be, emê lê xwedî derkevi”. Nehiştin em bînin. Bi rastî xelkê Tetwan ê xwedî derketina wan serê me pir pê bilind bû. Piştî wê jî çend caran mezel xirap kirin, dîsa xelkê wê derê mezel çêkirin. Wekê vê paşiyê em pê hesiyan dîsa kevirekê mezel şikandine . Ev ne cara pêşiye. Çend car dî jî çû bû. Lê bila ji bîr nekin yê ku hûcumê dikin mezelê Kurdan, ew qas Kurd kuştin, Kurd bi kuştinê xilas nebûn. Xirakirina mezelan, bi kuştinan jî Kurd xilas nabin. Mizgînek çû lêbi hezaran Kurd navê keçên xwe danîn Mizgîn. Mizgîn tu car xilas nabin, dilê gelê Kurd de ne. Tiştên ez dibêjim ew qas. Slav û rêz.”