HANNOVER – Li Hannoverê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Kurd êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. Çalakî bi slogana ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Zap e her der Avaşîn e’ hate kirin.
Di çalakiyê de Ciwan Çewlik li ser navê Meclîsa Ciwanan a Hannoverê axivî û got “Herî zêde Elmanya piştgiriyê dide dewleta Tirk. Em bang li Elmanyayê dikin bila nebe şirîkê vê dagirkeriyê û vê helwesta xwe bi dawî bike. Divê Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê û siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê di girtîgehan de ye jî berde. Em Kurdên li Elmanyayê em ê her dem xwedî li Rêbertî û gerîlayan derkevin. Em ê têkoşîna xwe roj bi roj geştir bikin.”