QAMIŞLO – Bi armanca piştgiriya berxwedana Gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Zap Avaşîn Metîna, bi slogana “Bi Cwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta bakûr û Rojhilatê Sûrye meşek dirêj a 3 rojan, ji bajarê Qamişlo heta Dêrikê dan destpê kirin.
Meş vê sibehê bi beşdarbûna bi sedan ciwan û jinên ciwan ji piranî herêmên Bakûr û rojhilatê Sûryeyê ve li Qamişloyê destpê kir. ciwanan di destê xwe de pankartên li ser dinivîse “Bi Cwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” girtin destê xwe.
Meş bi daxuyaniyeke ku ji aliyê rêveberiya tevgera Cwanên Şoreşger Medya hat xwendin ve destpê kir. di daxuyaniyê de hat gotin: Em wek Tevgera Ciwanan û jinên Ciwan li ser bangawaziya seferberiya ku ciwanên Kurdistanê ragihandiyê, li ser asta bakûr û rojhilatê Sûrye, li dijî her cûreyê êrîşên dagirkeriya Tirk, meşa xwe ya dirêj ya 3 rojan didin destpê kirin. ji bajarê Qamişlo didin destpê kirin û 3 rojan ber bi Dêrikê ve emê bimeşin. li ser vê esasê em bang li ciwanan ku xwedî li vê bangawaziyê derkevin û xwedî li berxwedaniya rûmetê derkevin.”