QAMIŞLO – Bi armanca piştgiriya berxwedana Gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Zap Avaşîn Metîna, bi slogana “Bi Cwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta bakûr û Rojhilatê Sûrye meşek dirêj a 3 rojan, ji bajarê Qamişlo heta Dêrikê dan destpê kirin.
Meş vê sibehê bi beşdarbûna bi dehan ciwan û jinên ciwan ji piranî herêmên Bakûr û rojhilatê Sûryeyê ve li Qamişloyê destpê kir. ciwanan di destê xwe de pankartên li ser dinivîse “Bi Cwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” girtin destê xwe.