RIHA – 69 roj in çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar didome. Malbat di çalakiya xwe ya îro de wiha got: “Em mexdûrên komkujiyê dixwazin faîl bên darizandin.”
Dayîka Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di encama êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan û kurê Ferît Şenyaşar ku di bûyerê de birîndar xelas bû, dest bi nobeta “edaletê” kiribû. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 69’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya pandemiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Serokkomariyê etiket kir û ev peyam parve kir: “Weke mexdûrên komkujiyê, em dixwazin faîl bên darizandin. Lewre wê ev ji bo serî pê re derxistina êşa me bibe alîkarî. Lê ev jî ji destê me hat girtin. Zehmet tê lê divê em vana li her derê ragihînin. Heta ku ev zilm bidome bila kes ji me helalkirinê nexwaze.”