QAMIŞLO – Bi armanca piştgiriya berxwedana Gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Zap Avaşîn Metîna, bi slogana “Bi Cwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta bakûr û Rojhilatê Sûrye meşek dirêj a 3 rojan, ji bajarê Qamişlo heta Dêrikê dan destpê kirin.
Bi sedan ciwan ji bajarên cuda cuda yên bakur û rojhilatê Surî, ref bi ref tevlê meşê bun. Di van saetan de Ciwan nêzî Tirbespiyê bûne.
Di nava rojê de ji bo piştgiriya ciwanan Koma Botan ya ku li girêdayî Çand û Hunerê jî tevlê meşê bû û stranên xwe ve rengê xwe jî tevlî meşê kirin.