ÇILAXA – Meşa ciwanên Rojava ya li dijî dagirkeriya Tirk gihîşt Çilaxa.
Di nava bajêr de Ciwan û dewriya Emerîkî rastî hevdu hatin. Ji ber ku TC’ya Faşîst bê Emerîka nikarê dagirkeriyê pêk bîne û bi îcazeta Emerîka ve êrişên Kurda dike ciwan mafê xwe yê protestoyê pêk anî.
Di meşê de ciwanan konvoya Emerîkayê da ber keviran. Konvoya ku rastî kevirên ciwanan hatin devriya xwe neqedandin û vegeriyan baregehên xwe.
Ciwanan diyar kir ku Emerika bi polîtîkayên xwe yê heyî ve berpirsê êrişên li ser Kurdan tên meşandin e.