QAMIŞLO – Bi armanca piştgiriya berxwedana Gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Zap Avaşîn Metîna, bi slogana “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta bakûr û Rojhilatê Sûrye meşek dirêj a 3 rojan, ji bajarê Qamişlo heta Dêrikê dan destpê kirin.
Meşa danê êvarê xwe gihand Girkê legê. Ciwan ji aliyê şêniyê bajar ve rastê eleqeyeke mezin hatin.
Li gor bernameya ciwanan hat diyarkirin ku meşa dirêj yê sibê êvarê bigihêje Dêrîkê û bi dawî bibe.