NAVENDA NÛÇEYAN –
Mirov, bi qasî kû wateyê dide jiyan û mirinê ye. Ev wate jî çi qasî van herdû têgehên bêdawî de berbiçav be , ê ewqas jîndar be. Yê zindî kî ye? Ê kû ,pir dijî û jiyanek monoton diji ye? An jî ew pêvajoya kû ew tê de derbas dibe, bi avayekî herî rast digihîjîne heqîqetê ye?
Rasteqîna herî rast ewe kû ,bi abadînîya jîyanê bawer kirin û wê bi rûmet hilgirtine. Em bûn şahîdên gelek mêr û jinên mêrxas ên kû , li pêşberî her qirêjiyên dîrokê de, bi hertiştên xwe bûn cangorîyên paqijîyê. Ne tenê kû em qirêjîyê xilas bibin, di heman demê de ji bo afirandina rastiyê jî ew ji me re bûne mînak.
Hîn kesan gotin ‘’ em jiyanê ew qasî hezdikin kû dikarin oxira wê de canê xwe feda bikin’’, hîn kesên dinê jî gotin ‘’ berxwedan jiyan e’’ û heya dawîyê bi berxwedanê bedêl dan. Hîn kesên mêrxas jî laşên xwe kirin gogên agir û gotin ‘’ Pêwîst e kû mirov hêjayî wan be, kû bi paqijbuyina agir v
e bersiva ewqas qirêjiyê bide’’ û xwelîya laşên xwe ji dîrokê re mîras hîştin.
Li Zindana Amedê di dîroka Kûrdistanê de derketina sedemek nû, bêtirs hat ava kirin, di heman deme de li wir cihê xiyanet û xetên berxwedanê jî diyar dibû. Girtinên kû berî darbeya 12-ê îlonê di sala 1980-an de hate dest pê kirin, bi darbeyê re veguherî qonaxek cûda, û zîndan, qadên binçavkirinê veguherîn navendên îşkenceyê. Wê demê, Kenan Evren û hukumeta wî , li Zindana Amedê de, bi îşkence, tacîz,şert û mercên dijwar ên jiyanê û bi kiryarên hovane yên kû nayê hişê mirov, bi van re mebest dikir kû xiyanetê, dijmirovahîyê û xwespêrêyê bide qebul kirin û dixwest kû li vê bi pêşengîya Esat Oktay Yıldıran bike. Lê ew bi berxwedaneke dîrokî re rû bi r û man. Li gel ew qas êrîşan, şoreşgerên kû nepeyivîn û bi vê bawerîyê gavek paşve neavêtin, xeta berxwêdanê diyar kirin, lê yên kû di dîrokê de wekî xalek reş hat bin av kirin û yên nirxên gel firotin jî xeta xiyanetê û hevkariyê diyar kirin.
Serhildêrên kû di hücreyan de rastî îşkenceya sistematik hatin, bi hişmendîya kû pêwîst e li dijî astengiyê bibin pêşeng, bi vî rengî çalakîyê difikirîn.
Kawayê Hesinkar di kêleha mêtîngehkaran de meşale pêxist, Mazlum Doğan jî wek wî ev meşale dîsa bi sê kîbrîtan ve pêxist û 21’e Adarê sala 1982’an de laşên xwe kir newroz bi vê bersivê, di dîrokêde navê xwe wek Kawayê Hemdem da nivîsandin. Şehadeta Mazlum Doğan ,ango bi navê Keko, heta dijmin jî li ber vê îradê ve şaşwaz man û bandorek kûr li ser kesê di zindanê û yên kû li derve kir.
Rêhevalên Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengin û Necmi Öner, ev çalakî wekî mezinkirina berxwedanê ji xwe re esas girtin, di zindana 5 no yê de rola pêşeng girtin û vîna xwe ya hembêz kirina agir nişan dan. Li gel êrîş û îşkenceyan, di koxuşa 33.an de ê kû li ser pîvanên jiyana şoreşgerî mîna jiyana komînal û dîsa berpirsiyariya wê bi keda çaran hat diyar kirin. Sekna Hevalê Ferhat Kurtay a bibiryar, bû bingeha avakirina rêxistinê. Tiştên kû di vê pêvajoyê de qewîmîn û Çalakiya Mazlum Doğan, bandorek kûr li ser her çar hevalan kir û bû sedema lêhûrbûna wan. Çalakiya kû bi hişmendî û bi rêxistin, 18’ê Gulanê de, bi şehadeta rêheval Haki Karer re hevdem bû,yekitîya berxwedanê nîşan da. Di nîşeya kû wan ji bo çalakiyê hiştîye de ‘’Divê ev çalaki bigîhîje gel. Ev çalakî domandina çalakîya Heval Mazlum e. Em şopdarên Mazlum in, divê çalakî rast were fehm kirin. Ev çalakî li dijî xiyanetê,li dijî radestiyê û li dijî zordariyê tê kirin’’ bi vê nîşeyê armanca xwe diyar kirin û laşên xwe kirin agir. Ferhat Kurtay kesên kû , di çalakiyê de laşên wan ên kû veguherî gogê agir re av lê dikirin, ji van re bang dikir û digot’’ agir nevemirînin, ev çalakîye, agir geş bikin’’ bi vê gotinê bangavaziya çalakiyê dikir û ew bûn îfadeya kû, di wê kêlîyê de, dev ji berxwedanê bernedan.
Wê şevê, Mahmut Zengin, Eşref Anyık û Necmi Öner şehîd bûn, lê Ferhat Kurtay hîn sax bû. Piştî dû rojan, ew jî şehîd bû. Şehadeta Çaran, pêşîya rêya li ber rojîyên mirinê vekir, li aliye din ve jî, têşeya şehadetan , helwest, radestbûn û îtirafkarî piranî hatin asteng kirin.
Berxwedana zindanan a kû heya îro jî didome, di encama têkoşînek ew qas dijwar de teşe girtiye. Ev berxwedan bû xwedî rola rêberiya pir pêvjoyan û bû sedema gelek guhertinan. Çalakiya Çaran, heya çalakiya rêheval Zülküf Gezen, nişan da kû, berxwedan bê dawî ye. Yên kû, bê berxwedan jiyan nabe, ji mere hîn kirin, Wana ev jiyan bêdawî kir. Di vî warî de, nêzikbûna jiyanê ne tenê piştrastbûna têkçûna faşîzmê ye, di heman demê de rastdariya encamên wê yên bi heybet e jî.