PARİS – Ciwanên Kurd bi meşekê li ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê rabûn.
Di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Çalakgeran tim û tim dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Liberez Ocalan” û “Bijî berxwedana gerîla” qîriyan.
Di dawiya meşê de mîtîngek hate lidarxistin û ciwanan bi gerandina govendê dawî li çalakiya xwe anîn.